Bîlançoya êrişa li ser dibistaneke li bajarê Minab ê li başûrê Îranê hate nûkirin. Li gorî agahiyên ku televîzyona dewletê ya Îranê IRIB'ê roja Sêşemê weşand, di bombardûmana 28'ê Sibatê de 120 jê zarok bi giştî 155 kesî jiyana xwe ji dest dan.
Di daxuyaniya nû de hate gotin, li gorî daneyên ku ji rayedarên dadgeriyê hatin wergirtin ji qurbaniyan 73 jê xwendekarên mêr, 47 jê xwendekarên keç, 26 jê mamoste, 7 ji malbatên xwendekaran, ajokarekî servîsa sibistanê û xebatkarekî dermangehê ya li klînîka nêzî dibistanê bûn.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî dawiya meha Adarê li Neteweyên Yekbûyî axivî bû û gotibû, "Zêdeyî 175 xwendekar û mamoste bi xwînsarî hatin kuştin."
Êriş di roja destpêkê ya operasyonên DYE û Îsraîlê yên li ser Îranê de pêk hatibû û rêveberiya Tehranê jî weke bersivdanê êriş biribû ser Îsraîlê û hedefên wan ên li herêmê.
Hikumeta Îranê artêşa Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) berpirsyar nîşan dide. Serokê DYE'yê Donald Trump destpêkê tevlîbûna li bûyerê red kiribû, lê piştre gotibû, encama lêpirsîna Pentagonê 'dikare bê qebûlkirin'. Îsraîlê jî pêwendiya bi êrişê re red kiribû.
Li gorî nûçeya rojnameya The New York Timesê, ku agahiyên xwe dispart çavkaniyên nêzî lêpirsînê û rayedarên Emerîkî, fuzeya ku li dibistanê ket ji aliyê artêşa DYE'yê ve bi şaşitî hate avêtin.
Li aliyê din, AFP'ê piştrast kir ku avahiya dibistanê nêzî du nuqteyên Muxafizên Şoreşê yên Îranê bû, lê mercên êrişê û hejmara qurbaniyan bi rengekî serbixwe nekarî piştrast bike.